Roth daxwaza rawestandina êrişên bo ser PKKê kir
Cloudia Roth got: “Ev hêriş aramiya Herêma Kurdistan`ê ku armatirîn dever e li herêmê têk didin û amaje bi wê yekê kir ku, diyare ev hêriş bo ser deverên Kurdî yên Sûriyê jî dê bên kirin.”
Cloudia Roth Serok Komarê Turkiyeyê Receb Tayyip Erdogan jiber êrişên bo ser baregehên Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK) bi dehfdana ciwanan bo nav grûpên tundrew tometbar kir .
