Serokwezîrê Iraqê: Çima Tirkiyê li bajarên xwe nade?
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand: “Tirkiye bi hênceta lêdana PKKê li nava Iraqê bombebaran dike, lê em dibînin ku PKKê li nava Tirkiyê çalakiyan encam dide, çima balafirên Tirkiyê li bajarên xwe bombebaran nakin?.”
Heyder Ebadî wiha got: “Balafirên Îranê dawiya sala par 3 caran asmanê Iraqê derbas kirin, lê piştî diyarkirina nerazîbûnê, nema asmanê Iraqê derbas kirin.”
Balafirên şer ên Tirkiyeyê îro êrişî gundê Zergelê yê Başûrê Kurdistanê kirin, 8 sivîl şehîd ketin û 9 jî birîndar bûn.
Rudaw
