Daxwaza hilweşandina hikûmeta Iraqê kirin
Parlamenterê freaksiyona Hevpeymaniya Niştimanî ya Parlemena Iraqê Mehmûd Meşedanî daxwaza ragehandina rewşa awarte û pêkanîna hikûmeta qeyranê kir.
Parlamenterê freaksiyona Hevpeymaniya Niştimanî ya Parlemena Iraqê Mehmûd Meşedanî li ser malpera xwe ya tora civakî ya facebookê ragehand ku di vê serdema dijwar de, Iraq li dijê terorê di şerekê çarenûsaz de ye, gendeliyek mezin heye û karên xizmetguzarî jî têk çûne.
Meşedanî diyar kir ku di vê rewşê de çareya baş û rast ewe ku ”Rewşa Awarte” bê îlan kirin, hikûmeta heyî bê ruxandin û hikûmetak biçûk yê qeyranê di bin serokatiya Heyder Îbadî de bê damezrandin.
Mehmûd Meşedanî daxwaz kir ku hikûmeta qeyranê de kabîneya nûneran hebe, Îbadî serokatiya wê bike û got ku wê ev rê birokrasiya giran jî ji holê rake û karan leztir encam bide.
Basnews
