Demirtaş: Ez nabêjim bila dewlet çekan deyne lê..
Hevserokê giştiyê HDP Selahedîn Demirtaş bang li Partiya Karkerên Kurdistanê PKK û dewleta Tirkiyê kir ku çek bêne bêdeng kirin û destê xwe li ser tetîka çekan hilînin.
Demirtaş ji rojnamevanan re ragihand ku divê serokwezîrê Tirkiyê bêje ku “Ewê ku fîşekan navêje me em jî navêjin wî”. Demirtaş bal kişand ku ew nabêje bila dewleta Tirkiyê çekan deyne, belku dewlet wê xwe biparêze lê dewlet dikare destê xwe li ser tetîka çekê hilîne.
Bang li PKK jî kir Demirtaş got: Divê PKK jî destê xwe li ser tetîkê hilîne û çekan bê deng bike. Di heman demê de jî hikûmet operasyonên xwe rawestîne.
Xendan
