• Wednesday, 18 February 2026
logo

Salek bi ser komkujiya Şingalê re derbas dibe

Gulan Media August 2, 2015 Nûçe
Salek bi ser komkujiya Şingalê re derbas dibe
Di yekemîn salvegera komkujiya Şingalê de kurdên êzîdî bi çalakiyên cur bi cur wê karesatê bibîr tînin.

Kurdên êzîdî rastî êrişa dijminekî mîna DAIŞê hatin lê dengê wan li hember wî dijminî yek nîne!

Salek li ser êrişa çekdarên DAIŞê li dijî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê re derbas dibe lê heta niha jî sazî û navendên kurdên êzîdî li hember wê komkujiyê yekdeng nînin.

Kurdên êzîdî bi ser çendîn partî û îdeolojiyan de dabeş bûne, hemû jî xwe parêzerê mafên êzîdiyan dibînin. Hinek ji wan dibêjin, êzîdî ne kurd in lê piraniya wan jî dibêjin, êzîdî kurdên resen in.

Serokê Mala Ezdaî li Almanyayê, Osman Guyden li ser vê yekê dibêje, çiqas mal û navendên êzîdî zêde bibin dinya zûtir û baştir ji rewşa wan agahdar dibe lê di warê siyasî de ne yek in…

Alîkarê Serokê Laleşê li Almanya jî dibêje, hinek kurdên êzîdî ketine bin bandora dijminên kurdiniyê lê bernameya me li ser bingehên netewî ye…

Rudaw
Top