• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li dijî leşkerên Tirk êrîşa xwekujî: 2 leşker mirin

Gulan Media August 2, 2015 Nûçe
Li dijî leşkerên Tirk êrîşa xwekujî: 2 leşker mirin
Gerîlayên PKK'ê li Bazîdê bi traktora bombebarkirî li dijî baregaheke leşkerên Tirk êrîşek xwekujî pêkanîn û di encam de 2 leşker mirin, 24 leşker jî birîndar bûn.

Gerîlayên PKK’ê li Bazîdê bi traktora bombebarkirî li dijî baregaheke leşkerên Tirk êrîşek xwekujî pêkanîn û di encam de 2 leşker mirin, 24 leşker jî birîndar bûn.

Gerîlayên PKK’ê îro destê sibê d demjimêr 03:00 de, li navçeya Bazîda ser bi Agiriyê, li ser rêya Bazîd û Îdirê, êrîşek xwekujî li dijî baregaheke leşkerî pêkanîn.

Derbarê çalakiyê de Waliyê Agiriyê di daxuyaniyek de diyar kir ku, di êrîşê de 2 ton TNT hatiye bikaranîn, êrîş bi traktorek bombebarkirî pêk hatiye û di encam de 2 leşkerên Tirk mirin û 24 jî birîndar bûne.

Birîndar rakirine nexweşxaneyên Bazîd û Erzeromê.

Basnews
Top