• Wednesday, 18 February 2026
logo

Civata wezîran êrîşa ser gundê Zargelî şermezar dike

Gulan Media August 2, 2015 Nûçe
Civata wezîran êrîşa ser gundê Zargelî şermezar dike
Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa balefirên şerî yên Tirkiyeyê bo ser gundê Zargelî li devera Rewandiz ku ew êrîş bo sedema şehîdbûna 8 kesan ku 5 ji wan şêniyên deverê ne, şermezar dike.

Ev li jêr teksta daxuyaniyê:

Sibehiya roja 01.08.2015ê ji encamê êrîşeke balefirên şerî yên Tirkiyeyê bo ser gundê Zargelî li qeza Rewandizê ser bi wîlayeta Hewlêrê, 8 kes şehîd bûn ku 5 ji wan hevwelatiyên herêma Kurdistanê ne û hijmareke din jî birîndar bûn.

Em şehîdkirina hevwelatiyên herêma kurdistanê û êrîşkirina ser gundên herêma Kurdistanê şermezar dikin û daxwazê ji Tirkiyeyê dikin bi hemû awayî xwe ji bombebarana gund û avadaniyên herêma Kurdistanê dûr bixe, di heman demê de daxwazê ji Partiya Karkerên Kurdistanê jî dikin hêzên xwe û barega û saziyên xwe ji gund û avadaniyên herêma Kurdistanê dûr bixin, daku êdî cane hevwelatiyên herêma Kurdistanê berjewendiyên wê nekevine di nav çarçoveya şerê PKKê û Tirkiyeyê de.

Em daxwazê ji her du aliyan dikin bo ser masa danûstandinên direkt vegerin û ji bona vê yekê em amadene hevkariya wan bikin.

Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê
01.08.2015


Top