• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dirbêsiyê – Bi dehan xort ji aliyê asayişê ve hatin girtin

Gulan Media August 2, 2015 Nûçe
Dirbêsiyê – Bi dehan xort ji aliyê asayişê ve hatin girtin
Li Rojavayê Kurdistanê di çend rojên derbasbûyî de bi dehan xort ji alIyê hêzên asayişê ve hatine girtin.

Hêzên asayişê li bajarê Dirbêsiyê yê girêdayî Qamişlo, di bin navê Leşkeriya neçarî de, dest bi girtina gencan kirine.

Li gor agahiyan ku gihîştine Rûdawê, hêzên asayişê derbasî nav peymangehên taybet, restorant, çayxane û firoşgehan bûne û bi dehan xort girtine û birine navendên Leşkeriya neçarî.

Hat gotin, piraniya wan xortên ku hatine girtin, xwendekar in.

Girtina xortên ji 18 heya 30 salî li Rojavayê Kurdistanê, li gor yasayeke rêveberya xweser tê ku navê wê yasayê “Erka Xweparastinê” ye.

Rudaw
Top