• Wednesday, 18 February 2026
logo

‘Biryara dadgeha Federal ya derbarê Enfalê de cîbecî bikin’

Gulan Media August 2, 2015 Nûçe
‘Biryara dadgeha Federal ya derbarê Enfalê de cîbecî bikin’
Gruba Parlamenterên Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê, di 32. salvegera enfal kirina Barzaniyan de daxwaz ji desthilata Iraqê kirin ku biryara Dadgeha Ferederal ya di derbarê Enfala Barzaniyan de cîbecî bikin.

Doh (1.8.2015) li Parlamena Iraq’ê, 32. salvegera Enfal kirina 8 hezar Barzaniyan hat bi bîranîn û Gruba Kurdistanî li parlamantoyê beyanmeyek xwend. Grûba Parlamenterên Kurdistanî daxwaz ji desthilata Iraqê kir ku biryara Dadgeha Fedral ya Iraqê ya di derbarê vê Enfalê cîbecî dikin.

Dadgeha Federal li ser Enfala 8 hezar Barzaniya biryar dabû ku ev komkujî tawane li himber netewa Kurd. Lê heta niha desthilta Iraqê pêdiviyên vê biryarê cîbecî nekirye.

Basnews
Top