Berdevkê Hikûmetê: Ti metirsî li ser Hewlêrê tune ye
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê daxuyaniya Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê de got, ew daxuyanî tenê bo welatiyên Amerîkayê ye û rêkareke rûtîn û asayî ye û ti gef û metirsî jî ne li holê ye.
Sefîn Dizeyî ragihand: “Em agahdarî hişyariya Konsulxaneya Amerîkayê ne û me bi wan re pêwendî jî kir û me daxwaz ji wan kir ku bi awayekê rasterast hişyariyê bidin welatiyên xwe, lê wan ji me re got ku bi şêweyeke yasayî û bi awayeke vekirî hişyariyê radigihînin.”
Dizeyî got: “Me ligel Wezîrê Navxwe û aliyên ewlehiyê şêwir kiriye, ti gefek li ser ti cihekê Herêm Kurdistanê tine ye, ew hişyariya han jî tenê rêkareke navxweyî ya Konsulxaneya Amerîkayê ye, ku hişyarî daye hevwelatiyên xwe bo dema 48 saetan. Ew hinek caran rêkarên wiha bo welatiyên xwe derdixînin.”
Derbarê zêdekirina hejmara hêzên ewlehiyê li derdora Konsulxaneya Amerîkayê de jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizyeî wiha got: “Tişteke asayî ye ku daxwaza zêdekirina hêza ewlehiyê li derdora konsulxaneyê bikin, lê bi ti şêweyekê ti gefek tine ye.”
Dizeyî tekez kir, ew hemû hevwelatiyên Herêma Kurdistanê dilhêsayî dikin ku bi ti awayekê ti cure gef û metirsiyek li ser jiyana wan nîne û dezgehên asayiş û ewlehiyê yên Kurdistanê bi çavekî vekirî û bi awayekê bihêz hewla ewlehiya Hewlêrê û hemû Kurdistanê diparêzin.
Rudaw
