• Wednesday, 18 February 2026
logo

KRP. Pêwîste hêzên PKK qada şer ji Herêma Kurdistanê dûr bikin

Gulan Media August 1, 2015 Nûçe
KRP. Pêwîste hêzên PKK qada şer ji Herêma Kurdistanê dûr bikin
Şeva derbasbûyî li encama bombebarana firokeyên artêşa Tirkiye li Zargelî hejmarek hemwelatiyên bê tawan şehîd û birîndar bûne. Serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Em li demek de ku vê bombebaranê şermezar dikîn ku bûye sedema şehîdbûna xelkê Herêma Kurdistanê, daxwazê ji Tirkiye dikin bombebaran kirina xelkê medenî dûbare nebê û şehîdkirina hemwelatiyên medenî yên Herêma Kurdistanê hîç pasawêk hilnagirê.

Pêwîste hêzên PKK qada şer ji Herêma Kurdistanê dûr bikin û êdî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê nebin qurbana vê şer û gengeşeyê. Berdewamiya şer ziyanê ji bo xelkê medenî dibê û daxwaz dikin her dû alî vegerin ser proseya aştiyê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
01.08.2015
Top