• Wednesday, 18 February 2026
logo

Balafirên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan

Gulan Media August 1, 2015 Nûçe
Balafirên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan
Di encama êrişa balafirên Tirkiyê de herî kêm 9 welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 9 kes jî birîndar bûn.

Balafirên şer tên Tirkiyê ji duh êvarê ve heta nîvê şeva borî li kamp û çeperên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê dan.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişa balafiran de 8 gundî şehîd bûne û herî kêm 9 jî birîndar bûne. Hat gotin, rewşa birîndaran baş nîne.


Yek ji birîndarên bûyerê got, dema balafiran êriş kirin em di xew de bûn.

Rudaw
Top