Iraq- Ji ber germayê 52 zarok mirin
Serokê Komîteya Koçber û Penaberan di Parlamentoya Iraqê Read Dehlekî de ragihand: “Ji ber bilindbûna pileya germayê ku ji 50 derbas bûye û nebûna karebayê wek pêwîst, 52 zarokên koçberan di kampan de mirine.”
Read Dehlekî wiha got: “Hikûmeta Iraqê komîteyek pêk aniye bo zêdekirina saetên karebayê bo kampan û pêşkêşkirina alavên fênikbûnê, herwiha peydakirina xizmetên din ên havînê, da ku koçber di rewşeke baş de bin.”
Dehlekî wiha domand: “Ji ber şerê terorê niha li Iraqê 3 milyon iraqî wek koçber di bin çadira de ne û ew koçber berdewam pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî billez heye.”
Di vê hefteyê de pileyê germayê li Iraq û Herêma Kurdistanê jî 50 derbas kiriye, lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 rojan deriyê dezgehên xwe yên hikûmî girt.
Rudaw
