• Wednesday, 18 February 2026
logo

Enqere mercên `pêvajoya aştiyê` diyar kirin

Enqere mercên `pêvajoya aştiyê` diyar kirin
Şandeyeke pilebilind a Hikûmeta Tirkiyeyê bi serpireştiya Şêwirmendê Wezîrê Derve yê wî welatî Feridun Sinirlioglu li Herêma Kurdistanê ragihand, heger PKK dest çekan berde dê “pêvajoya çareseriyê” dest pê bike.



Şêwirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Feridun Sinirlioglu û şanda ligel wî îro serdana Silêmaniyê kirin û bi rayedarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê re civiyan.

Li gorî agahiyan Rûdawê bidest xistin şanda Tirkiyeyê ji rayedarên patiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwestiye ku ji PKKê re bibêjin bila çekan dane.

Hat gotin şanda Tirkiyeyê di civîna li gel rayêdarên Goranê de ragihand, Tirkiye pabendê pêvajoya çareseriyê ye, lê PKKê pêvajo xirab kir.

Herwiha şanda Tirkiyeyê ji rayedarên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re wiha got: “Heya ku PKK dest çekan bernede, ti wateya meşandina pêvajoya çareseriyê nîne. Kengî PKK dest çekan berde, pêvajoya çareseriyê dê wê demê dîsa dest pê bike."

Şêwirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Feridun Sinirlioglu û şanda ligel wî herî bi Sekreterê Giştî yê Goranê Newşirwan Mistefa û Berpirsê Pêwendiyêm Diplomatîk Tofiq Rehîm re civiyabû

Feridun Sinirlioglu duh li bajarê Hewlêrê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Meûsd Barzanî jî kiribû.


Serok Barzanî li ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşwazî li Feridun Sinirlioglu û şandeya pê re kiribû.


Di vê civînê de, Barzanî û Sinirlioglu behsa rewşa dawî ya siyasî û ewlehiyê ya navçeyê û pêşhatên siyasî li herêmê kirin û derbarê şerê li dijî çekdarên DAIŞê de jî bi hev re gotûbêj kirin.


Di civînê de Barzanî behsa wan êrişên dawî yên artêşa Tikriyeyê yên li dijî çekdarên PKKê û herwiha şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de kir û dilgiraniya xwe li hember wê rewşa niha û wan aloziyan anî ziman.


Barzanî herwiha ragihand, Herêma Kurdistanê operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî kampên PKKê bi guncaw nabîne û daxwaz kir, her du alî vegerin bo ser maseya diyalogê û proseya aştiyê dest pê bikin.

Rudaw
Top