• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ji partiyên Bakur banga hevpar: Pêdivî bi agirbest û proseyeke nû heye

Ji partiyên Bakur banga hevpar: Pêdivî bi agirbest û proseyeke nû heye
Partiyên kurdan yên li Bakûr di derheqê geşedanên dawîn de li hev rûniştin. Di encamnameya civînê de banga agirbesta dualî û proseyeke nû hat kirin.

Partiyên kurdan ên li Bakûrê Kurdistanê di derbarê operasyon û ragêşiya heyî de li hev civiyan û bo ku agirbest pêk bê û bo çareseriya pirsgirê kurd jî proseyeke nû bê diyarkirin bi hevparî bang li aliyên têkildar kirin.

Partiyên kurdan ku di nav de ÖSP, PAK, Tevgera Azadî, PAKURD, PDK-Bakur jî cîh digirin bi mebesta ku geşedan û ragêşiya heyî binirxînin doh li hev civiyan li ser van mijaran nîqaş û nirxên xwe bi hev dan zanîn. Piştî civînê jî bi beşdariya hemû alîgiran encamnameya civînê ji raya giştî re hat eşkerekirin. Di daxuyaniyê de banga agirbest û proseya çareseriyê hate kirin.

Serokê PAK’ê Mustafa Özçelik ku li ser navê partiyên beşdarvan encamname eşkere kir da zanîn ku dewlet careke din siyaseta şer ku ew e 90 sal e tê dubarekerin diceribîne û wiha pê de çû, “Qetliyama Pirsûsê, şewitandina daristanan, êrîşên HPD û YDG-H’ê yên li dijî polîs û leşkeran, êrîşên li ser baregehên PKK’ê yên li Başûrê Kudistanê, êrîşên li ser çapemeniya kurd û saziyên sivîl, pêkhateyên ku weke fîlmekê çendîn caran hatine temaşekirin tînin bîra mirov. Banga me bo dewletê ew e da ku dawî li hemû operasyonên leşkerî yên li herêma Kurdistanê bide rawestandin, qedexeya li ser çapemeniya kurd rawestîne. Bo PKK, KCK, HPG jî banga me ew e ku bêyî mafê parastina meşrû, dawî li hemû êrîşên ku zirarê didin meşruiyeta doza Kurdistanê yên li ser polîs, leşker û sivîlan bîne.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê gelê Kurdistanê û hemû hêzên siyasî yên kurd li her çar parçeyan baldarbin û li dijî lîstik û dolabên ku bo xirakirina yekîtiya kurdan têne destpêkirin hayîdarbin.

Her wiha di daxuyaniya ku pirsgirêka kurd weke; “diyarkirina dahatuya gelê kurd a ji hêla kurdan ve, statûya bo Kurdistanê û bo kurdistanê azadî” hat bi navkirin de, bang hate kirin ku PKK û Tirkiye bi lez agirbesta dualî pêk bînin, dev ji çekan berdin û agirbesta ku hatibû ragihandin bidin meşandin.

Li hêla din di daxuyaniya ku pêwistiya proseyeke çareseriyê hat eşekrekirin de ew nêrîn hatin ragihandin: “Pirsgirêka kurd, diyarkirina dahatuya gelê kurd ya ji hêla kurdanve, statûya Kurdistanê û azadiya gelê Kurdisatanê ye. Heke bi rastî jî pirsgirêka kurd û Kurdistanê tê xwestin, divê bi beşdariya partiyên ku beşdarî vê civînê bûne jî di nav de, bi beşdariyeke berfireh a ku ji hêzên siyasî yên Kurdistanê pêk tê û dîsa bi beşdariya garantorên navdevletî ku ewê bi dewleta Tirkiye’yê re bibin mixatab, divê pêjavoyeke nû ya rastîn bo çareseriyê bê destpêkirin.”

Basnews
Top