• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka daxwaza vegera Pêvajoya Aştiyê kir

Amerîka daxwaza vegera Pêvajoya Aştiyê kir
Rêveberiya Washîngtonê daxwaza bidawî anîna girjiyan û vegera Pêvajoya aştiyê li hikûmeta Tirkiyê kir.

Cîgirê Berdevkê Koşa Spî ya Amerîkayê Eric Schultz di civînekê rojnemavanî de bersiv da pirsên rojnamevanan ya derbarê beidarbûna Tirkiyê ya koalîsyona li dijî DAIŞ’ê û bombekirina kampên PKK’ê.

Schultz ragehand ku Tirkiye endamek stratejîk ê NATO’ye û di heman demî de ji bo têkbirina DAIŞ’ê welatek giringe û got: ”Em xweşhalin ku Tirkiye beşdarê hevpeymana dijî DAIŞ’ê bû.”

Derbarê êrîşa firokên Tirkiyê ya li ser pêgehên gerîlayên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê jî Schultz ragehand ku mafê Tirkiyêye ku xwe biparêze.

Schultz diyar kir ku divê ji nûve vegerin ser Pêvajoya Aştiyê û got: ”Me divê girjî nemîne û vegerin ser Pêvajoya Aştiyê.”

Basnews
Top