Amed – Polîsek û sivîlek hatin kuştin
Şeva borî li navçeya Çinarê ya Amedê, polîsek ku li ber çayxaneyekê rûniştibû, rastî êrişa çekdarî hat.
Di encama wê êrişê de polîs û du kesên sivîl bi giranî birîndar bûn.
Hat gotin ku li nexweşxanê polîs û sivîlek mirine, sivîlê din jî rewşa wî ne baş e.
Hêzên ewlehiyê ji bo girtina êrişkaran dest bi operasyonê kirin.
Rudaw
