Erdogan li Demîrtaş hêrs bû
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser komkujiya Sirûcê gotibû, ew komkujî ji aliyê tîma gladyo ya Erdogan ve hatiye kirin.
Erdogan li Çînê bersiva Demîrtaş da û got, ew tiştên ku wî gotine ji bêedebiya wî ye. Ew kesê ku ev tişt gotine, rojên 6-7-8 ên Cotmeha par (xwepêşandanên Kobanî) bû sedema kuştina 50 kesî.
Serokomarê Tirkiyê ku pir bi hêrs diaxivî, her wiha diyar kir ku Demîrtaş heta niha di bin mertala parêzbendiyê de pêvajo lewitandiye û ti carî ji PKKêya ku ji aliyê Ewropa û Amerîka ve wek rêxistina terorîst tê nasîn, re negotiye rêxistina terorîst.
Erdogan îdia kir ku Demîrtaş dixwaze bi wan tohmetan, leke û tarîtiya li ser xwe bavêje!
Di teqîna xwekujî ya Sirûcê de ku roja 20ê vê mehê çêbû, 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 103 kes jî birîndar bibûn.
Rudaw
