Nêçîrvan Barzanî: Tevahiya pêkhateyên olî yên Kurdistanê tên parastin
Serokwezîrê Kurdistanê li gel Serokê tevgera demokratîk ya Aşûrî civiya.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê tevgera demokratîk ya Aşûrî Yunadim Yûsif Kenna civiya .
Di hevdîtinê de behsa rewşa îro ya Îraq û deverê û ya Kurdistanê û herwiha pirsa destûr û Serokatiya Kurdistanê hate kirin û her du alî li ser vê yekê hemfikir bûn ku lazime tevahiya kêşeyan bi taybetî kêşeyên nîştimanî bi rêya diyalog û lihevkirinê werin çareserkirin.
