PKK teqandina boriya petrolê ya Kerkûkê girt ser xwe
Duh boriya hinartina petrolê ya ku ji Kerkûkê diçe bendera Ceyhanê ya Tirkiyê, ku jê re dibêjin hêla “Kerkûk-Yûmûrtalik” li nêzîkî navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû teqandin.
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz li ser teqîna boriya petrolê gotibû, ji ber ku me tedbîrên xwe girtibûn teqînê ziyan negihandiye me.
Ji ber teqandina boriyê, hinartina petrolê ji Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyê hatibû sekinandin. Rojane 600 hezar bermîl petrol bi rêya wê boriyê re ji Başûr diçe Tirkiyê.
Hêza Parastina Gel (HPG) jî ragihand, gerîlayên wan şeva 29ê Tîrmeha îsal êrişî boriya petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê kirine her wiha şeva 27ê vê mehê jî li nêzîkî bajarê Bazîdê yê Bakurê Kurdistanê li boriya gaza sirûştî ya Tirkiye û Îranê dane.
Rudaw
