• Wednesday, 18 February 2026
logo

Xeta neftê ya Kerkûkê hate teqandin

Xeta neftê ya Kerkûkê hate teqandin
Xeta neftê ya di navbera Kerkûk û Yumurtalikê, li nêzîkê navçeya Cizîra Şirnexê hate teqandin. Ji ber vê êrîşê hinardekirina petrola Kurdistanê rawestiya.

Xeta neftê ya di navbera Kerkûk û Yumurtalikê, li nêzîkê navçeya Cizîra Şirnexê hate teqandin. Ji ber vê êrîşê hinardekirina petrola Kurdistanê rawestiya.

Xeta neftê ya di navbera Kerkûk û Yumurtalikê, îro destê sibê 5 km nêzîkê navçeya Cizîra Şirnexê hate teqandin. Derbarê mijarê de Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiuê Taner Yildiz ragihand ku serê sibê 5 kîlomêtre dûrî navçeya Cizîra Şirnexê êrîşî xeta neftê ya Kerkûk û Yumurtalikê kirine.

Yildiz wiha got ku 18 kîlomêtre nav sînorê Bakûr de êrîşek sabotaj pêkhatiye û xeta neftê hatiye teqandin.

Hate zanîn ku beriya teqînê jî jiber arîşeyek teknîkî vanayên xetê ji aliyê Kurdistanê ve hatibûne ragirtin û jinûve hatibû saxber kirin, lê piştî êrîşê bernameya hinardeya petrolê rawestiya.

Basnews
Top