Yekemîn zanîngeh li Efrînê hate ragihandin
Di kongirekî rojnamevanî de ku her yek ji Serokê Zanîngehê Dr. Ebdulmecîd Şêxo, wezîrê abûrî di rêveberiya kantona Efrînê de Ehmed Yûsif, wezîrê perwede û Dr. Nûristan vekirina yekemîn zanîngeh li Kantona Efrînê di bin siya rêveberiya xweser de hate ragihandin, her wiha hate ragihandin ku zanîngeh dê bi van kolêcan dest pêbike “Aborî, weêjeya Kurdî û Kehromîkanîk” û dê hemî bawernameyên Sûriyê û rêveberiya xwese qebûl bike.
Serokê zanîngehê ji dezgehên ragihandinê re eşkere kir ku wan doza alîkariyê ji zanîngehên Başûrê Kurdistanê û herwiha ji mamosteyan ji Bakurê Kurdistanê û welatên Awropî kiriye û wan jî soza alîkariyê dane.
Ji aliykî din ve Dr. Şêxo eşekere kirk u dê çend kolêcên din jî bên vekirin dema ku mamoste û pêdawîstiyên wan beşan bidest kevin, navborî got jî: “Zanîngehên Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê soz dane ku dê ew li bawernameyê zanîngeha efrînê mukurên û têkiliyê li gel wê bikin.”
Rudaw
