• Wednesday, 18 February 2026
logo

Iraqê li ser PKKê hişyarî da Tirkiyeyê

Iraqê li ser PKKê hişyarî da Tirkiyeyê
Iraqê bi fermî êrişên balafirên Tirkiyeyê bo ser baregehên PKKê li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bi binpêkirina serweriya dewleta Iraqê bi nav kir. Iraqê derbarê wan êrişan de hişyarî da Tirkiyeyê û daxwaz kir, bi zûtirîn dem ew êriş werin rawestandin.

Encûmena Wezîran a Iraqê îro derbarê êrişên balafirên Tirkiyeyê bo ser baregehên PKKê li Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin, Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike û pêwîst e Tirkiye bi zûtirîn dem wan êrişan rawestîne.

Encûmena Wezîran a Iraqê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Êrişên esmanî yên Tirkiyeyê bo ser navçeyên sînorî yên bakûrê Iraqê pêşhatek metirsîdar e û pêwsîte zû were sekinandin.”

Daxuyanî herwiha tekez dike: “Ew êrişên Tirkiyeyê destdirêjî ye bo ser serweriya Iraqê. Pêwîst e Tirkiye wan êrişan rawestîne û rêz li serweriya Iraqê bigre.”

Encumena Wezîran a Iraqê bang li hikûmeta Tirkiyeyê dike ku zêdegaviyan neke û rêz li pêwendiyên cîranîtiyê jî bigre.

Rudaw
Top