Balafirên artêşa Tirk şevê din heta sibê baregahên PKK’ê bombebaran kirin
Firokeyên şer ên artêşa Tirk şevê din li herêma Behdînan, Soran û Qendîlê heta danê sibê baregahên PKK’ê dane ber bombeyan. Tê gotin ku gundên li herêmê jî zirarek mezin ji bombebaranê dîtine.
Firokeyên şer ên artêşa Tirk şevê din di demjimêr 22:00 de qadên Heftenîn a ser bi Zaxo, Gare, Metîna û Zap a ser Amêdiyê bombebaran kirin.
Derbarê encamên bombebaranê de agahiyên zelal nebûn lê belê tê gotin ku xelkê herêmê ji bombebaranan nîgerane û zirarek mezin gehiştiye bax û malên xelkê wan navçeyan.
Her wiha firokeyên Tirkiyê ji demjimêr 23:00’ê û pêve jî qadên Xakûrkê, Kelaşîn û Xinêre ya ser bi Soran û li Qendîlê jî gundê Meredo, Kortek, Meleyan, Siwê bombebaran kirin.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku bombebaranê heta destê sibê berdewam kiriye. Jiber bombebaranê li van herêman agir bi dar û giya ketiye û şewat jî berdewam e.
Basnews
