Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal û her wiha kêşeyên li ber rêkkeftinên di navbera Hikûmeta Herêmê û Bexda xistin ber behs û guftûgoyan. Her li vê kombûnê da di derbarê rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstên Da'îş li Enbar, Selahedîn û Nînowa û çawayiya serxistina plana şikestdana terorîstan li Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Rewşa siyasiya Tirkiye û girjî û pêşketinên di navbera artêşa Tirkiye û PKK mijareke dinê vê kombûnê bû û têda Serok Barzanî biryara Hikûmeta Tirkiye ya ji bo beşdarîkirina hevpeymaniya navdewletî ya şerê dijî terorîstan bi hengavekî girîng û bandor da zanîn. Li rûbirûbûna terorîstan de lê belê ew beşdarîkirin nabê bi bihaya lêdana aliyên Kurd bê li Tirkiye û Sûriye. Her wiha nîgeraniya xwe ya li têkçûna rewşê û pêşketinên serbaziyên di navbera artêşa Tirkiye û PKK nîşan da û tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê darêjerê siyaseta PKK yan Tirkiye nîne belku palpiştê proseya aştî û danusandinê dike û şer bi çareseriyekî xerab dizanê û hana aliyan jî dide ku vegerin ser bingeha proseya aştiyê. Ji ber ku aştî û xebata siyasî xizmeta berjewendiya gelê Kurd û Tirkiye dike.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya û asta veberhênan û sermayeguzariya kompanyayên Brîtaniya li Herêma Kurdistanê kirin.
