• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKK: Ew polîs ji aliyê me ve nehatine kuştin

PKK: Ew polîs ji aliyê me ve nehatine kuştin
PKKê ragihand, polîsên Tirkiyê yên ku beriya niha li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatibûn kuştin, ji aliyê wan ve nehatine kuştin.

Rojekî piştî teqîna xwekujî ya navçeya Sirûcê ya Rihayê, ku tê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîsên Tirk hatibûn kuştin.

Piştî bûyerê, HPGê gotibû, ew polîs ji ber ku pişgirî dane DAIŞê, ji aliyê tîma fedayî ya Apocî ve hatine cezakirin.

Lê Berpirsê Pêwendiyên Derve yên KCKê Demhat Egîd ji BBC re axivî û diyar kir ku kuştina wan polîsan karê wan nebûye û wiha got:

“Ew karê me nebû. Yên ew polîs kuştibûn, yekîneyên serbixwe ne û ti pêwendiyeke wan bi PKKê re tine. Eger me bikira me dê bigota me kiriye, ti tirseke me jî ji vê yekê nîne. Eger PKK/HPG tiştekî wisa jî bikin, pêwîst bike dê kêmasiya xwe jî qebûl bikin.”

Demhat Egîd, di bersiva vê pirsê de ku “dibêjin PKKê rêxistineke bi dîsîplîn e, çi bûyerek biqewime sedî sed haya PKKê jê heye, gelo wisa ye?” jî got, belê PKK rêxistinek bi dîsîplîn e lê mirov nikare li nav gel de sedî sed rêxistinê bixe bin kontrola xwe.

Wî rayedarê PKKê anî ziman ku girêdana komkujiya Sirûcê û kuştina du polîsan, xelet e û got, binketina AKPê bûye sedema zêdebûna tundiyê.

Demhat Egîd destnîşan kir ku şikandina DAIŞê li Sûriye û Iraqê bi ziyana Tirkiyê ye û got, Tirkiyê destpêkê pişta DAIŞê digirt lê DAIŞê zerer lê wê jî da. Tirkiye tola vê derbê ji PKK û gelê kurd vedike.

Egîd li ser operasyonên Tirkiyê li dijî kampên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê jî axivî û îdia kir ku bi piştgiriya Herêma Kurdisanê ev êriş tên kirin. Demha Egîd wiha got:

“Bêyî xebera wan ev operasyon pêk nayê. Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de behsa vê yekê kiribû û gotibû, PKKê di demokratîzekirina Tirkiyê de piştgirî neda AKPê.”

Berpirsê pêwendiyên derve yên KCKê li ser bersivdayîna PKKê li hember êrişên Tirkiyê jî got, em niha tenê bi awayekî kontrolkirî besiv didin lê eger girtina sivîlan û operasyonên dersînor berdewam bin em neçar in xwe biparêzin.

Li ser pêvajoya çareseriyê jî Demhat Egîd diyar kir ku ji bo aktîfbûna pêvajoyê divê destê Ocalan vekirî be û wiha anî ziman:

“Em di vî warî de heta niha jî hêviya xwe diparêzin. Em bawer nakin zêde zehmet be çimkî rêberê me li ba wan e, girtî ye. Dikarin dest bi hevdîtinan bikin û dîsa pêvajoyê bidin meşandin. Pir hêsan e.”

Li ser hebûna nakokî di navbera Ocalan û rêveberiya PKKê de jî Egîd, dibe hebe û hebûna wê jî ne dûrî mantiq e. Çimkî razîkirina PKKê ji bo pêvajoya çareseriyê wisa hêsan nebû.

Rudaw
Top