Gava yekemîn ji bo dadgehîkirina Demîrtaş hat avêtin
Serdozgeriya Enqerê îro daxwaznameya betalkirina parêzbendiya Selahedîn Demîrtaş radestî Wezareta Dadê ya Tirkiyê kir, Wezareta Dadê jî dê daxwaznameya han bide Parlamentoyê Tirkiyê. Eger parlamento pesend bike wê çaxê Demîrtaş dê derkeve pêşberî dadgehê.
Daxwaza betalkirina parêzbendiya Demîrtaş ji ber giliya alîkarê Serokê Giştî yê AKP û parlamenterê wê partiyê Suleyman Soylu hatiye amadekirin.
Suleyman Soylu ji ber gotinên Demîrtaş ên roja 17ê Gulana îsal, ku gotibû “AKPê ji bo ku HDP nekaribe benda hilbijartinan derbas bike, tîmeke sextekariyê bi serokatiya Suleyman Soylu ava kiriye”, li dijî Demîrtaş doz vekiribû.
Serdozgeriya Enqerê jî piştî lêkolînê biryar dabû daxwaza betalkirina parêzbendiya Demîrtaş bike.
Li gorî qanûnên Tirkiyê, heta parêzbendî li ser parlamenterkî neyê rakirin dadgeh nikare wî/wê mehkeme bike.
Selahedîn Demîrtaş, parlamenterê HDPê yê Stenbolê ye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî duh gotibû, divê parêzbendiya rayedarên HDPê were betalkirin ji bo ku bên cezakirin.
Demîrtaş jî gotibû, beriya ku ew parêzbendiya me rabikin emê bixwe daxwaza betalkirina parêzbendiya xwe bikin.
Rudaw
