YPG: 80 çekdarên DAIŞê di encama rizgarkirina Sirînê de hatin kuştin
Îro 28 Temûzê YPGê di daxuyaniyekê ragihand di encama şerê rizgarkirina bajarokê Sirînê de 80 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, Termê 44 kuştiyan di destê şervanên YPGê de ne û 25 gund û embarê genim bi temamî hatine rizgar kirin.
Ji aliyekî din ve daxuyaniya YPGê ragihand ku şervanê YPGê dest danîne ser 10 otombîlên leşkerî, 10 otombîlên bombekirî, 3 otombîlên mezin tijî teqemenî û 6 motor ji bilî rokêtên Hawin û topên mezin û gelek teqmeniyên leşkerî.
Herwiha YPGê şehîdbûna 19 şervanên xwe jî ragihand.
Basnews
