• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hesekê bi temamî hat kontrolkirin

Hesekê bi temamî hat kontrolkirin
Tevahiya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ket bin kontrola hêzên YPG û rêjîma Sûriyê.

Li Hesekê hat ragihandin, şervanên YPGê devera Seken Şebabê ya bajêr û hêzên Sûriyê jî taxa Zihûr ji destê DAIŞê derxistin.

Îvan Hesîb diyar kir ku bi vî awayî tevahiya bajarê Hesekê ket bin kontrola YPG û hêzên rêjîmê.

Li gorî agahiyan , balafirên şer ên Sûriyê derdora taxa Panorama ya bajêr dan ber bombeyan lê li hinek cihên Panorama, dengê teqînê tê, ev jî nîşan dide ku hinek çekdarên DAIŞê li wan deran mane.
Top