ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
Duh 28 Temûzê Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê êrîşên Tirkiyê ser baregeh û navendên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê belav kir û têde êrîşên Tirkiyê şermezar kir û daxwaz ji PKK û Partiya Demokratiya Gelan (HDP)ê kir ku piroseya aştiyê berdewam bikin.
Di daxuyaniyê de ku BasNews ew şopandiye hatiye: “Piştî 30 salî ji şer û pevçûnan di navbera Hikûmeta Tirkiyê û PKK ku bi deh hezaran kes bûne qurbanî, Rêberê PKK Ebdela Ocelan pêngava aştiyê ji zindana xwe ragihand û ev pêngavek wêrek û bi sûde bû dawî encamên wê pêngavê serkeftina ku HDPê di hilbijartinên Tirkiyê de bidestxistin.”
Herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku yeser êrîşan rawestîne û piroseya Aştiyê bide domandin : “Em daxwazê ji Tirkiyê dikin ku êrîşên xwe rawestînin û herwiha em daxwazê ji PKK û HDPê jî dikin ku piroseya aştiyê di navbera her du aliyan de berdewam bike.”
Di dawiyê de ENKSê ji Civata Navdewletî û herwiha ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwestiye ku rola xwe di çareseriya pirsgirêka Kurdî li Bakurê Kurdistanê bibînin da ku her du alî “PKK û Tirkiyê vegerin ser piroseya aştiyê ji ber berjewndiyê hemî aliyan tê de heye.”
Basnews
