Tirkiyê li dijî HDPê lêpirsîna “terorê” da destpêkirin
Li gorî rojnameya Starê ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ye, serdozgeriya Tirkiyê li dijî hevserokên HDPê Fîgen Yûksekdago û Selahedîn Demîrtaş her wiha parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz bi hêceta ku “piştgiriya terorê dikin” dest bi lêpirsînê kiriye.
Li gorî nûçeyê, lêpirsîna li dijî Yûksekdagê ji ber gotinên wê yên “em pişta xwe didin YPG, YPJ û PYDê…” lêpirsîna li dijî Demîrtaş ji ber gotinên wî yên “bila gelê me, tevahiya navendên partiya me û saziyên civaka sivîl û tevahiya endamên me tedbîrên xwe bigirin” û lêpirsîna li dijî Sariyildiz jî bi hêceta ku qasidekî PKKê derbasî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê kiriye, hatiye vekirin.
Li gorî qanûnê, piştî ku lêpirsîn û lêkolînên derheqê HDPê de xilas bibin serdozgerî dê biryar bide ka dozê veke yan na.
Ji aliyekî din, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li balafirgeha Esenboga ya Enqerê û beriya ku here Çînê, di civîneke rojnamevaniyê de li ser îhtimala qedexekirina HDPê got, ez li dijî girtina partiyên siyasî me lê divê rayedarên wê partiyên bên cezakirin. Divê yên ku dibêjin “em pişta xwe didin vir û wir” bên cezakirin. Divê parêzbendiya wan ji aliyê parlamentoyê ve were rakirin û ew bên cezakirin.
Erdogan anî ziman ku operasyonên li dijî PKKê jî dê bidomin û ji NATO jî xwest, di vî warî de alîkariya Tirkiyê bike.
Rudaw
