• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erdogan: Pêvajoya çereseriyê bidawî bû

Erdogan: Pêvajoya çereseriyê bidawî bû
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: ''Ne gengaze ku ligel wan kesên ku qesta yekitiya me ya netewî û biratiya me dikin, vê pêvajoyê bibin serî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: ”Ne gengaze ku ligel wan kesên ku qesta yekitiya me ya netewî û biratiya me dikin, vê pêvajoyê bibin serî.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan beriya serdana xwe ya Çînê bo rojnamevanan axivî û got ku ”Tekoşîna Tirke li Qendilê dike ne normal e. Tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û rêxistiên din ên teorîstî jî, li dijî wan kesane ku qesta ewlekariya canê xelkê dikin.”

Erdogan derbarê ”herêma ewlekarî ya liser sînorê Rojava jî” axivî û daxuyand ku roja Çarşemê ligel Obama jî liser vê mijarê axivîne, tekoşîna li dijî DAIŞ’ê ji bo wan giring e û ji parastina sînorên Tirkiyê dê herêmek bi ewle bê avakirin. Erdogan got bu koçberên Suriyê jî ev planek giring e û ji bo wan dê ew dever bibe herêmek bi ewle.

Erdogan amaje bi wê yekê da ku mijara ewlekariya Tirkiyê ligel welatên din jî gotubêj kirine û welatên din jî piştgiriya Tirkiyê dikin û got ku di 30’ê adarê de pêvajoya aştiyê jinav çû û bi hilbijartinan re jî xira bû. Lewma pêvajoya aştiyê neme.

Basnews
Top