PDK bersiv da Serokomarê Îranî; Pêşmerge cîhanê diparêze
PDK’ê bersiva da Serokomarê Îranê Hesen Rohanî ku digot ”Îran Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê diparêze” û diyar kir ku ”bila xelkê Sine jî bizane ku Pêşmerge bo parastina hemû gelan bû mertal.”
Roja Yekşemê Serokomarê Îranê Hesen Rohanî serdana bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kir û diyar kir ku İran nebaya Bexda û Hewlêr jî diket destê DAIŞ’ê, ew berevaniya Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê dikin.
Partiya Demokrata Kurdistanê di sergotara melpera xwe ya fermî de bi sernivîsa ”Bila xelkê bajarê Sine yê xoşdivî jî agahdar be” bersiva van daxuyaniyên Rohanî da.
Deqa xalên bersiva PDK’ê wiha ye:
1- DAIŞ rêxstinek terorî ya cîhanî ye û endamên vê rêxistinê dirindene, ji hemû welatên cîhanê pêktên. DAIŞ gefe bo ser hemû mirovahiyê û cîhanê. Jiber vê jî tekoşîn û rûbirûbûna vê rêxistinê erkê hemû aliyekê ye.
2- Herêma Kurdistanê spasiya hemû welat û hêzên ku alîkariya şerê terorê kirine û her wiha spasiya Îranê jî kiriye. Lê di rastiyê de li dijî terorê alîkariya Kurdistanê alîkarî dayîna xwe bixwe ye. Kurdistan amadeye hemahengiyê ligel hemû welat û hêzan bike li dijî terora DAIŞ’ê.
3- Herêma Kurdistanê di vê şerê de bacek mezin yê mirovî anku canî û madî daye. Pêşmergeyan bi xwîna xwe berevaniya Kurdistanê kiriye û terorîst têkşikandine. 1200 Pêşmerge şehîd bûne, 7 hezar Pêşmerge jî birîndar bûne. Bi belge li holê ye ku gelê Kurdistanê nehêliştiye destê qrêj û gemar ê terorîstan bigehe bajarên Kurdistanê. Pêşmerge bi xwîn azayiya xwe stûyê DAIŞ’ê şikand, ne ku tenê Kurdistan parast, her wiha bû mertalek hemû gelên cîhanê û mirovahiyê. Pêşmerge bû xwe kire berbest û bend ji bo ku cîhan û cîran ji gefa rasterast ya terorîstan bêne parastin.
4- Pêzanîna Herêma Kurdistanê bo alîkariya hemû aliyan hebûye û alîkariyên Îranê jî di dema xwe de bi bandor bûne. Lê belê ewê ku li meydan şer kiriye û xwîna xwe rijandiye Pêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ne.
Basnews
