• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê: Nabe pêvajoya aştiyê bikeve metirsiyê

Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê: Nabe pêvajoya aştiyê bikeve metirsiyê
Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê, Ursula von der Leyen, beriya civîna awarte ya NATOyê ya li ser daxwaza Tirkiyê, ku roja sêşeme li Brukselê birêvediçe, hêviya xwe diyar kir ku helwesteke diyar ji Tirkiyê re bê eşkerekirin û ji civîna NATOyê divê banga berdewamiya pêvajoya aştiyê ya ligel PKKê derkeve.


Li gor Ursula von der Leyen, ku niha ji bo serdanekê li Malî ye, di 3 aliyan de divê helwest zelal be:


1) Operasyon divê bi terazû û li gor êrişê be

2) Di mijara DAIŞê de wê piştgirî û hevxemî ji bo Tirkiyê bê diyarkirin

3) Nabe pêvajoya aştiyê ya ligel PKKê bikeve metirsiyê


Ursula von der Leyen diyar kir, giring e ku her 28 welatên endamên NATOyê vê armanca siyasî gellekî zelal bînin ziman.


Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg jî Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu hişyar kir ku bi êrişên xwe yên ezmanî li hemberî PKKê, pêvajoya aştiyê ligel kurdan nekin metirsiyê.


Di hevpeyvîneke ligel dezgeha medyayî ya norwêcî NRK, Stoltenberg diyar kir ku mafê Tirkiyê heye ku li hemberî êrişên terorîstî berevaniya xwe bike, lê divê ev bersiv li gor êrişê bin.


Beriya Stoltenberg, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û nûnera siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, Frederica Mogherînî jî daxuyaniyên nêzîkî yên Stoltenberg dabûn.

Rudaw
Top