• Wednesday, 18 February 2026
logo

London piştgiriya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dike

London piştgiriya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja sêşemiyê 28.07.2015ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Frank Beyker sefîrê Birîtaniyayê yê Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, sefîr Beyker kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Birîtaniyayê, bi taybetî têkeliyên di warê bazirganî û abûrî de kir. Wî behsa rewşa Îraqê bi awayekî giştî û şerê dijî terorîstên DAÎŞ li deverên cihê kir û piştgiriya welatê xwe ji bo hêza pêşmergeyê Kurdistanê nîşan da û rola xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û dûrxistina metirsiyên terorê ji deverê bilind nirxand.

Sefîrê Birîtaniyayê di civînê de behsa pirsgirkên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên navxweyî yên herêma Kurdistanê û bi taybetî pirsa qanûna serokatiya herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku divê hemû pirs bi rêya danşstandin, lihevkirin û diyalogê bên çareser kirin û pişrgiriya welatê xwe jî ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana sefîrê Birîtaniyayê bo herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku têkeliyên Birîtaniyayê digel herêma Kurdistanê di hemû waran de zêdetir ber bi pêş biçin.

Serokwezîr behsa serkeftinên berdewamên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞ kir û tekîd li ser giringiya hevkariyên berdewam ji aliyê welatên Ewropayê û bi taybetî Birîtaniyayê bo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê kir.

Li dor pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, Nêçîrvan Barzanî tekîd li wê yekê kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze pirsan bi rêya danûstandin û diyalogê bên çareser kirin.

Barzanî tekîd kir ku divê pirsa qanûna seroaktiya herêma Kurdistanê bi lihevhatin û lihevtêgihiştinê çareser bibe û hemû alî li ser vê pirsê bigihin encamekî di berjewendiya giştiya herêma Kurdistanê de be.

Top