Li Mûşê fermandeyekî artêşa Tirk hat kuştin
Duh êvarê li navçeya Melazgirê ya Mûşê, fermandeyê hêzên cendirme yên Tirkiyê Arslan Kulaksiz di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû.
Li gorî agahiyan, Arslan Kulaksiz ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneya Melazirê de can da, di bûyerê de jina wî jî birîndar bû.
Fermandeyê hêzên cendirme li Melazgirê Arslan Kulaksiz, xelkê gundê Ortaova yê navçeya Merzîfonê ya bajarê Amasyayê bû.
Rudaw
