• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mislim: PDKê çek ji me re şand

Mislim: PDKê çek ji me re şand
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Mislim ragihand, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi çek û teqemeniyan di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de alîkariya me kir.

Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvîneke ligel rojnameya Al-Hayat a Lendenê de, behsa alîkariya welatên Ewropa ji Rojavayê Kurdistanê re kiriye. Salih Mislim ragihandiye: “Ti welatekê Ewropayî û rojavayî bi şêweyeke rasterast di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya me nekiriye, lê rêxistinên civaka sivîl li Ewropayê (NGO) di aliyê dabînkirina pêwîstiyên mirovî de alîkariya me kirine.”

Mislim derbarê dabînkirina çek û teqemeniyan bo hêzên YPGê de jî daye xuyakirin: “Me di bazara reş de çek û teqemenî dabîn kiriye. Herwiha ji aliyê rêxistinên kurdî ve û herwiha Hêza Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê çek ji me re hatiye şandin.”

Hevserokê PYDê di berdewamiya axavtinên xwe de dibêje: “Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî di dabînkirina çek û teqemeniyan de li gor pêwîst alîkariya me kiriye.”

Rudaw
Top