Asayişa Rojava serokê xwecihiya ENKSê li Hesekê destgîrkir
Çalakvanên Kurd ji bajarê Hesekê ji BasNews re ragihandin ku Îro piştî nîvro dewriyek Asayişa Rojava Serokê komîteya xwecihî ya ENKSê li Hesekê “Mehmûd Ûcê” destgîr kir bêyî ku sedemên vê kiryarê bide eşkerekirin.
Ji aliyekî din ve xuşka navborî Celîla Ûcê ji BasNews re ragihand: “Birayê min ji aliyê Asayişa PYDê ve hatiye girtin û em heta niha ti zaniyariyan li ser wî nizanin.”
Celîla got jî: “Ji ber birayê min hatibû Başûrê Kurdistanê kiribû bi mebesta serdana min piştî nexweşiyê, dibe ku ev sedema girtina wî be. ”
Di dema borî de Asayişa Rojava gelek kesayetiyên ser bi ENKSê û partiyên endam di ENKSê de destgîrkirin bêyî ku sedemên van girtinan ji raya giştî re an ji malbatên wan girtiyan re bidin nasîn.
Basnews
