Beşar Esesd li lawazbûna artêşa xwe mukur hat
Ji aliyekî din ve Esed got: “Sûriyê di kirîzek mezin de ye û aboriya wê rastî şikestinên mezin hatiye û xelkê Sûriyê wê nikaribin vê gotinê bibhîzin ji ber kehrebe li sûriyê tineye.”
Herwiha Esed eşkere jî kir ku artêşa wî di gelek şeran de têkçûye bêyî ku sedemê van şikestinan bîne ziman.
Derbarê rêkeftina otomî di navbera Îran û welatên 5+1 de Esed got: “Ev rêkeftin serkeftinek mezinbû ji Komara Islamiya Îranê re û em wê pîroz dikin.”
Serokê Rêjîma Sûriyê ragihand ku artêşa wî gelek dever ji dest dane, lê hîna gelek dever di bin kontirola artêşa Sûriyê de ne û tekez kir ku “Hinek welatên cîhanê rasterast alîkariya girûpên têrorîs di hindirê Sûriyê de dikin û ev jî çareseriya siyasî bê wate dike.”
Esed lawazbûna artêşa xwe ragihand û bergirî di ber alîkariya Îran û Hizb Ellah bo wî kir û got: “Sûriyê welatê yên ku berxwedanê di ber wê de dikin ji çi regezê be ne girînge.”
Herwiha Esed amaje bi wê yekê jî kir ku xortên Sûriyê nema tevlî refên artêşê dibin û bangewazî alîgirên xwe kir da ku tevlî artêşa Sûriyê bibin.
Basnews
