• Wednesday, 18 February 2026
logo

Zêdetirî 400 mesîhiyan tevlî hêzê zêrevanî bûn

Zêdetirî 400 mesîhiyan tevlî hêzê zêrevanî bûn
Hejmareke din ji koçberên mesîhî yên li bajarê Hewlêrê dimînin ku xelkên parzegeha Neynewayê ne, tevlî hêzên zêrevanî yên Deşta Neynewayê bûn.

Ev hêz li serbazgeha zêrevanî li Fîşxabûrê 2 meh bûn ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve dihatin perwerdekirin.

Di nava van kesên ku tevlî zêrevaniyên mesihî dibin de, jixeynî xortan kesên kal jî hene ku armanca wan ew e ku bikaribin bervanî li malê xwe bikin û carkê din koçber nebin.


Rudaw
Top