• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hesekê – Taxên Neşwa Rojhilat û Neşwa Rojava ketin destê YPGê

Hesekê – Taxên Neşwa Rojhilat û Neşwa Rojava ketin destê YPGê
YPGê ragihand, hêzên wan taxên Neşwa Rojhilat û Neşwa Rojava yên bajarê Hesekê ji destê DAIŞê derxistine.

Çavkaniyeke li bajarê Hesekê ji Rûdawê re got, şervanên YPGê bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman taxa Neşwa Rojava ya Hesekê, ku taxa ereban bû, ji çekdarên DAIŞê paqij kirin û dest danîn ser gellek çek û cebilxaneya DAIŞê.

YPGê jî ragihand, taxa Neşwa Rojhilat a Hesekê jî ji destê DAIŞê hatiye derxistin û tîmên pûçkirina bombeyan dest bi pûçkirina mîn û bombeyên DAIŞê kirine.

Taxên Neşwa Rojhilat û Neşwa Rojava yên Hesekê, taxên erebên bajêr in ku dikevin başûrê Hesekê.

Rudaw
Top