• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDK: Me divê Tirkiye û PKK vegerin bo gotûbêjên aştiyane

PDK: Me divê Tirkiye û PKK vegerin bo gotûbêjên aştiyane


Fraksiyona PDK’ê di Parlamentoya Kurdistanê de daxwaz ji Tirkiye û PKKê kir ku dest ji bijardeya şer berdin û herwiha ragehand ku ew dilgiran in ku rewş gihîştiye vê qonaxa metirsîdar.

Piştî êrîşa firokeyên artêşa Tirkiyê ya li dijî baregehên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê, Fraksiyona PDK’ê di daxuyaniyekê de ragihand: “Mixabin careke din bijardeya şer di navbera dewleta Tirkiyê û PKK’ê de wek tekane bijarde bo çareserkirina pirsgirêkan hat bikaranîn. Ew ji di demekê de ye ku ezmûna bi dehan sal ji şerê navbera herdu aliyan, ji bilî kûrkirina pirsgirêkan ti encamekî din yê erênî neanî.”

Firaksiyona PDK’ê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku berjewendiya herdu aliyan di wê yekê de ye ku vegerin bo gotûbêjên aştiyane û bi wê riyê hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin û bi tenê ew rê jî dikare Tirkiyê nêzîkî kenarê aramiyê bike. PDK’ê got: ”Ji ber ku pêşvebirina pêvajoya aştiyê di demên borî de karî aramiyê li nava axa Tirkiyê belav bike, herwiha bo gelê Kurd jî karî tevlî siyaset û rêvebirinê bike.”

Fraksiyona PDK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em daxwaz dikin herdu alî dest ji bijardeya şer berdin, herwiha dilgiran in ku rewş gihîştiye vê qonaxa metirsîdar û bi rêya bombebaranê jî ziyan gihîştine welatiyên sivîl. Lewma em daxwaz dikin ku herdu alî hewlên xwe zêdetir bikin û rewşê aloztir nekin.”

Fraksiyona PDK’ê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Di dawiyê de, em hêvîdar in ku zûtirîn dem de asayiş û aramî bo navçeyê vegere.”

Basnews
Top