YNK: Bila PKK bêhna xwe fireh bike
YNKê li ser operasyonên Tirkiyê li dijî hêzên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bang li PKKê kir, bêhna xwe fireh bike.
Di daxuyaniya YNKê de her wiha hatiye gotin, ji ber ku hêzên Pêşmerge, gerîla û şervanên kurd di şerê DAIŞê de ne divê Tirkiye êrişên li ser Kurdistanê bide sekinandin.
YNKê ban li Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kiriye, çi ji destê wan tê ji bo sekinandina êrişên Tirkiyê bikin û partiyên siyasî yên Kurdistanê li ser vê mijarê bicivîne.
Balafirên şer ên Tirk ji şeva 24ê Tîrmehê ve li kamp û çeperên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê didin.
Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 30 gerîla şehîd bûne û herî kêm 40 gerîla jî birîndar bûne.
Rudaw
