• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rûhanî: Îranê nehîşt Hewlêr û Bexda bikevin destê DAIŞê

Rûhanî: Îranê nehîşt Hewlêr û Bexda bikevin destê DAIŞê
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îdia kir ku Îranê nehîştiye Hewlêr û Bexda bikevin destê DAIŞê. Rûhanî her wiha soz da ku bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bike “Paytexta Mûzîkê”.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro danê sibê gihîşt bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê û ji aliyê rayedarên bajêr ve hat pêşwazîkirin.

Rûhanî li yarîgeha bajarê Sine gotarek pêşkêşî gelê Sine kir, piştî ku pesnê gelê kurd da, soz da ku bajarê Sine bike paytexta mûzîkê her wiha li bajarên Bane û Merîwanê jî herêmên vekirî yên bazirganiyê bên çêkirin.

Serokomarê Îranê her wiha doza wê yekê da ku beşa kurdî ya ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, were vekirin.

Rûhanî her wiha soza çareserkirina kirîza avê jî da Sineiyan û got, ji bo nehîştina kirîza avê dê 11 bendav li parêzgeha Sine bên çêkirin.

Hesen Rûhanî li ser şerê DAIŞê û biratiya gelan jî axivî û got, Îranê di şerê DAIŞê de pişta Herêma Kurdistanê û Iraqê girt û nehîşt Hewlêr û Bexda bikevin destê DAIŞê.

Rojnamevanê kurd ê Sineyî, Ferhad Emînpûr li bajarê Sine li ser serdana Rûhanî ji Rûdawê re got, hinek sozên ku Rûhanî îro dan beriya niha jî dabûn lê hinek ji wan nû ne.

Ferhad Emînpûr sar nêzîkî sozên Rûhanî bû û got, Rûhanî beriya niha gellek soz dabûn lê heta niha ti sozeke wî bicîh nehatine.

Li gorî wî rojnamevanê Rojhilatî, pirsgirêk û tengaviyên siyasî yên kurdên Îranê ji aliyê dewletê ve hatine piştguhxistin.

Rudaw
Top