• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKKê ew 15 xebatkarên ku revandibûn, dîsa berdan

PKKê ew 15 xebatkarên ku revandibûn, dîsa berdan
Hat zanîn, ew xebatkarên ku li bintara çiyayê Cûdî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatibûn revandin, hatine berdan.

Îro danê sibê gerîlayên PKKê li li nêzîkî çiyayê Cûdî li hinda navçeya Silopî ya Şirnexê, 15 xebatkarên ku di madena komirê de kar dikirin, revandibûn.

Li gorî agahiyan, gerîlayên PKKê piştî demek kurt ew xebatkar berdan.

Gerîlayên PKKê li wir 6 kamyonên bar jî şewitandibûn.

4 roj berê jî hêzên PKKê avêtibûn ser wê madena komirê û 2 kes revandibûn lê paşê dîsa berdabûn.

Rudaw
Top