Agahiyên nû li ser êrişa balafirên Tirkiyê- ‘20 gerîla’ şehîd û birîndar bûne
Êrişên hewayî yên Tirkiyê ji duh ve heta niha li dijî hêzên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê didome.
Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî li devera Nêrve-Rêkanê li geliyê Balinde ragihand, rêya geliyê Bainde ji ber rewşa ewlehiyê hatiye girtin û got, di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de ziyanek mezin gihîştiye deverê, zevî û darên welatiyan.
Nasir Elî ji zarê xelkê deverê jî got, heta niha 20 gerîlayên PKKê ji ber êrişa balafiran şehîd û birîndar bûne.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, dengê balafir û êrişa hewayî ya li dijî hêzên PKKê yên li wê deverê ti bihîştin…
Hat zanîn ku heta niha 4 sivîlên wê devera Başûrê Kurdistanê li ber êrişa balafirên Tirkiyê ketine û birîndar bûne…
Rudaw
