Angelina Jolie fîlemkî Kurdî bi cîhanê dide nasîn
Sitêrk û aktera Amerîkî a navdar “Angelina Jolie” fîlmê dîkometntarî “Jiyan li ser sînor” ku ji derhênana 8 zarokên Kobanê û Şingalê ye bi dinyayê dide nasîn.
Angelina Jolie ku balyoza niyazên pake a komisyona bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) fîlmê dîkomenterî “Jiyan li ser Sînor” bi festîvalên cîhanê û navendên hunerî li cîhanê dide naskirin û piştevaniya vî fîlmî dike ku ji derhênana 8 zarokên Kurde ji Kobanê û Şingalê ne.
Ev helwêsta Angelina Jolie piştî serdana wê bo Bakurê Kurdistanê di roja cîhanî a penaberan de, bi mebesta dîtina penaberên Kobanê û Şingalê û penaberên welatên her yek ji Îraq û Sûriyê ji nêzîkve û di vê serdanê de hevdîtin li gel derhênanên vî fîlmî kir û biryar da ku vî fîlmî bi cîhanê bide nasîn.
Ev fîlim bi temamî dikin 73 deqîqe û di rêka sînemakar û derhênerê kurd ê navdar “Behmen Qubadî” û ji aliyê kompaniya “Mij Fîlm” hatiye berhemdan û bi wê boneyê Behmen Qubadî li bakurê Kurdistanê Angelina Jolie dît û derbarê vî fîlmî û hin fîlmên Kurdiyên din axifî.
Berî niha ev fîlm ji aliyê telvizyona cîhanî (NHK) ya welatê Japonê û di bernameyekî taybet de hat nasandin û bi dûve bo xelkê hate pêşkêşkirin û herwiha li seranserî cîhanê jî hate nimayîşkirin û bi germî hate pêşwazîkirin.
Bînerên welatê Japonê piştî temaşekirina vî fîlmî naskirin ku heta çi redeyê miletê Kurd bi hêze tevî karesetên ku bi ser wî hatine jî ew kare hîna jî berheman pêşkêşî cîhanê bike.
Ev zarok bi heyamê 2 mehan ji aliyê şêwirmendan û girûpek derhênerên sînema xulên fêrbûna sînema xwendin û piştre hejmarek ji wan hatin neqandin û ew 8 kurte fîlim encamp dan.
Basnews
