• Wednesday, 18 February 2026
logo

Daxuyaniya PKKê li ser şer

Daxuyaniya PKKê li ser şer
PKKê ragihand, bi êrişa balafirên şer ên Tirkiyê re êdî ti wateya agirbestê di navbera her du aliyan de nemaye.

Artêşa Tirkiyê ji duh ve dest bi operasyoneke berfireh li dijî hêzên PKKê yên li Başûr û Bakurê Kurdistanê kiriye. Şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê li tevahiya çeper û navendên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê dan.

HPGê, ku baskê çekdar ê PKKê ye, li ser wan êrişan daxuyaniyek da û ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê şeva 24ê Tîrmehê ji saet 23:00 ve dest bi lêdana navend û çeperên gerîlayên wan li Başûrê Kurdistanê kirine û ew êriş heta berbanga sibeha îro jî berdewam bûne.

Di daxuyaniya HPGê de wiha hatiye gotin: “Bi van êrişan êdî ti wateya agirbestê nemaye. Emê di demeke kurt de encamên vê bombebaranê ji raya giştî û gelê xwe re ragihînin”.

Rudaw
Top