• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 291 kes hatin girtin

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 291 kes hatin girtin

Polîsên Tirkiyeyê li 16 parêzgehên vê welatî dest bi operasiyoneke berfire kirin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê berbanga îro înê bi beşdariya zêdetir ji 10 hezar polîs û hêzên ewlekarî, li 16 parêzgehên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de li dijî DIŞI, PKK, YDGH û DHKPC operasiyoneke berfire pêk anîne.

Çapemeniya Tirkiyeyê li ser navê Serokwezîrê Tirkiye Ehmed Davudoglû belav kir ku di encama wan operasiyonan de 291 kes hatine girtin.
Top