Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şer derket- 6 kuştî
Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand, şeva borî hêzên Ermenistanê li deverên sînorî yên Goranboy, Terter, Axdam, Fizûlî û Gedebeyê êrişî hêzên Azerbaycanê kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê Parastina Azerbaycanê, hêzên Azerbaycanê jî bersiva êrişa hêzên ermenî dan ku di encamê de 5 leşkerên ermenî û leşkerekî azerî hatin kuştin.
Demek dirêj e Ermenistan û Azerbaycan li ser devera sînorî ya Qerebaxê nakok in. Heta niha gellek caran di navbera wan de şer derketiye lê her du aliyan sala 1994ê bi fermî agirbest ragihandibûn.
Rudaw
